15:14 23 Hezîran 2018
Referandum - Kurdistan

Balyozê Iraqê li Moskowê: Ti ambargo li ser Kurdistanê tine

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Balyozê Iraqê li Rûsyayê Heyder Mensûr Hadî Elezarî ragihand ku ti "ambargo li ser Herêma Kurdistana Iraqê tine" û destnîşan kir ku firînên hundirîn ên balafiran dewam dikin û herwiha sînor jî vekirî ne."

Balyozê iraqî bi Spûtnîkê re axivî û got," ez peyva "ambargo yan jî bitenêhiştin qebûl nake û ti bitenêhiştin an jî ambargo li ser Kurdistanê tine ne. Mixabin birayên me yên kurd li Herêma Kurdistanê wiha dibêjin."

Elezarî di berdewamiya axiftina xwe de got," min li hevpeyvîna bi cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Cafer Îbrahîmî re hatiye kirin nerî. Gelek gotinên ne rast hene û êrîşkariyeke eşkere li ser hikûmeta Iraqê heye. Bi rastî ev nayê qebûlkirin."

Herwiha balyozî diyar kir ku geştên balafiran ên hundirîn di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û çûnûhatina otomobîlan dewam dike.

Derbarê rawestandina seferên balafirên navdewletî de jî got," rawestandineke demkî heye û ev nayê wateya betalkirina seferên navdewletî yanî xistina karbidestiya firînan bo hikûmeta federal. Ev jî di destûr û qanûnan de hatiye destnîşankirin. Desthilata federal ji hemû tiştên li Iraqê diqewimin berpirsyar e. Gotûbêjin di navbera wezareta veguhestinê ya Federal û Herêma Kurdistanê de hene daku karbidestiya deriyên sînorî bên veguhestin ji bo rê li ber qaçaxçitiyê were girtin."

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

El Hekîm: Şerê dijî Kurdan heram e, divê hemû mafên wan bên parastin
Êrîşî qereqolê kirin: 22 kuştî
Rojane bêhtirî hezar sivîlên Hewîceyê xwe dispêrin Pêşmerge
Li bajarê Wanê erdhejekê rû da
Rûhanî: Em fişarê li ser birayên xwe yên ezîz nakin
Barzanî ji Fermandarê Amerîkî re got, ‘Biryara me nayê guhertin’
Hejmara gorên komî yên Êzidiyan gihîşt 39an: Tîmeke pispor li ser dixebite
Etîketan:
balafir, sefer, Heyder Mensûr Hadî Elezarî, Moskow, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de