20:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 05

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo radestkirina kontrolên deriyên sînorî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê û gefa rawestandina firînên navdewletî xwar.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî encamdana referandûma serxwebûnê, daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku heta 3 rojan kontrola deriyên sînorî radestî Bexdayê bike. Ebadî got ku biryar li Encûmena Wezîran a Iraqê hatiye wergirtin û heta roja Înê muhlet bo Herêma Kurdistanê hatiye dayîn.

    Ebadî gef li Herêma Kurdistanê xwar û da xuyakirin, ger heta 3 rojan kontrolên deriyên sînorî neyên radestkirin, dê hemû firînên navdewletî yên bi ser Herêma Kurdistanê re werin rawestandin.

    'EM LI SER ENCAMA REFERANDÛMÊ GOTÛBÊJÊ NAKIN'

    Ebadî li civîna rojnamevanî da xuyakirin, dê encmên xerab ên referandûmê li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê çêbibin û got, "Em dê di derbarê yekgirtîbûna Iraqê û serweriya wê de hîç tawîzê nedin. Em ê li ser encama referandûmê jî qet gotûbêjê nekin."

    Ebadî diyar kir ku ew dê erkên rêveberiya navendî ya Iraqê li seranserê Iraqê bicih bînin û li gor destûrê pêwîst e budçeya federalî vegere destê rêveberiya navendî.

    Réféendum au Kurdistan irakien
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    'DAHATA HERÊMA KURDISTANÊ BEKONTROL TÊ BIRÊVEBIRIN'

    Serokwezîrê Iraqê herwiha da xuyakirin, wan biryar daye hemû deriyên sînorî yên bejahî û hewayî bikevin jêr destê rêveberiya navendî û 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê.

    Ebadî wiha axivî: "Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê girêdayî Saziya Kontrola Sînoran a Iraqê ye. Ger heta 3 rojan kontrolên sînor radestî Bexdayê nekin, em dê hemû firînên navnetewî yên hatin û çûna ser Herêma Kurdistanê rawestînin. Me ev biryar li Encûmena Wezîran wergirtiye. Dahata Herêma Kurdistanê li derveyî kontrolê tê birêvebirin û dahat jî diçe ser hesabên şexsî yên derveyî welat."

     

     

    Bi heman mijarî:

    "Divê Îran bi hestiyarî tevnegere"
    YE bangî Iraq û Hewlêrê kir: Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    PKK li ser referandûmê daxuyanî da
    Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
    Bogdanov bersiva pirsyara bê referandûm dê istiqrarê têk bibe yan na da
    Muna Qehwecî: Êdî di deste me de encama referandûmê heye'
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de