15:34 21 Hezîran 2018
Fermandarên Heşdî Şabî

Ji Heşdî Şabî daxuyaniya referanduma serxwebûnê

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
0 03

Berpirsê rêxistina Heşdî Şabî Hadî Amirî di axaftina xwe ya ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku ev li hemberî yêkîtiya Iraqê komployeke mezin e û divê em li dijî derkevin.

Li gorî nûçeya malapera Sumeriye Newsê, berpirsê rêxistina Heşdî Şabî Hadî Amirî di axaftina xwe de got: "Divê em li hemberî vê komployê derkevin û destûrê nedin ku ev komplo bi cih were."

Hadî Amirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hedefa komploya referanduma serxwebûnê yekîtiya Iraqê ye û encama wê çi dibe bila bibe divê destûra vê neyê dayîn."

Rêvebiriya Herêma Kurdistanê digel dijayetî û bertekan duhî li seranserê Kurdistanê referanduma serxwebûnê li dar xist.

Bi heman mijarî:

Piştî referanduma serxwebûnê welatê pêşî got: Em rêzê li encaman digirin
Nivîskarê tirk: Ji hêla ekonomiyê ve pêwistiya me bi Barzanî heye
Piraniya endamê Akademiya Oskarê piştgiriya serxwebûnê dikin
Encamên nefermî yên referandûmê eşkere bûn
Ebadî: Em dewleteke mezhebî û etnîkî qebûl nakin
Etîketan:
Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Haşdî Şabî, Hadî El-Amirî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de