14:15 11 Kanûn 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Em dewleteke mezhebî û etnîkî qebûl nakin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew dê ji bo berpirsên sazdana referandûmê tedbîran bistînin û encamên wê jî hîç nas nekin.

    Ebadî li dema serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Bexdayê derbarê referandûma serxwebûnê de daxuyanî dan.

    'EM Ê LI SER ENCAMAN NEAXIVIN, NIQAŞ NEKIN Û NAS NEKIN'

    Ebadî got ku referandûm ne yasayî ye û ji ber ku li dijî destûra Iraqê û biryara dadgehê hatiye kirin, ew encamên wê nas nakin û got, "Referandûm bêyî ti piştgiriyeke navdewletî hatiye encamdan."

    Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser ku ‘Yên ku biryara referandûmê dane, bêyî çavderiyê bixwe encama wê eşkere kirin. Em dê qet li ser encamê neaxivin, gengeşe nekin û nas nekin."

    'EM Ê JI BERPIRSÊN REFERANDÛMÊ HESAB BIPIRSIN'

    Ebadî herwiha gef li rêveberiya Herêma Kurdistanê xwar û got, "Mixabin referandûm hestên mezhebî û nijadî tev dan. Ligel vê jî em dê dev ji parastin û ewlekariya hemwelatiyên me yên Kurd bernedin. Lê belê em dê ji berpirsên referandûmê jî hesab bipirsin. Em ê tedbîrên xwe yên bo wan zêdetir bikin."

    Serokwezîrê Iraqê her çiqas behsa nas nekirina referandûmê û encamên wê kir jî got ku gilî û gazînên li ser dengdana bi zorîyê û sextekariyê, ji 3 parêzgahên Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji wan re hatine.

    'DIVÊ NAVÇEYÊN NAKOK VEGERIN SER IRAQÊ'

    Ebadî got, "Divê navçeyên nakokî li ser wan heye, heta çareseriyeke destûrî pêk were, vegerin ser rêveberiya navendî ya Iraqê. Em dewleteke mezhebî û nijadî qebûl nakin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    NY xebatên xwe yên bi Kurdistanê re bênavber didomîne
    Xiristiyanên Hewlêrê: Mafê kêmaran dê li Kurdistanê parastî bin
    Ji Swêd daxuyaniya referandûmê: Şertê yekem dîyalog û hevkarî ye
    Ji tîmên Rûsî ji bo fanên Îngilîz çalakiya mêvenperwerîyê
    Kurdên Îranê ji bo encamdana referandûmê daketin kolanan
    Ji Koşka Spî piştî referandûma Kurdistanê yekem daxuyanî
    Neteweyên Yekbûyî li ser referandûma Kurdistanê daxuyanî da: NY bifikar e!
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de