18:46 15 Kanûn 2017
Zindî
    Iraklı Şii lider Mukteda El Sadr

    Muqteda el Sedir li ser referandûmê daxuyanî da: Divê NY bikeve tevgerê

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 03

    Rêberê şîayan li Iraqê Muqteda el Sedir li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî helwest nîşan da.

    Sedir di daxuyaniya xwe de, referandûm wekî ‘rabûna li hemberî hikûmeta Iraqê û hemû gelê Iraqê' binav kir û da zanîn, ‘Ev yek nîşan dide ku di navbera hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê de nakokîyên gelekî kûr hene."

    'DÊ REFERANDÛM NIJADPERESTIYÊ SOR BIKE'

    Sedir îdia kir ku dê yekem encama referandûmê bi qasî mezehebgeriyê nijadperestiyê sor bike û ji bo krîz were çareserkirin pêşniyarên xwe anîn ziman.

    Serokê şîa ji bo çareseriyê pêşniyar kir ku pêwîst e bi lezgîn civîneke siyasî ya şîa-sune were lidarxistin û got, "Pêwîst e bêyî destwerdana karûbarên navxweyî yên Iraqê, welatên herêmê werin ba hev. Divê Neteweyên Yekbûyî ji bo rê li ber destwerdana Amerîka û Îsraîlê ya karê me yê navxweyî bigire, helwesta xwe nîşan bide."

    'DIVÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ DI AMADEBAŞIYÊ DE BIN'

    Sedir herwiha bangewazî li rêveberiya Bexdayê kir ku qada Iraqê ya hewayî û bejahî biparêze û got, "Divê hêzên ewlekarîyê di amadebaşiyê de bin. Lê belê divê ev yek di çarçoveya şerekî mezhebî û nijadî de neyê nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu pêşniyara bo referandûma serxwebûnê
    Barzanî: Dê hêzên Pêşmerge bi çekên rûsî werin arastekirin.
    Barzanî: Plana înşakirina xeta boriğe bi Rosneftê re bo kurdan bû moral
    Pûtîn, bi Erdogan re axivî
    Rûsya: Me li hêzên HSDê yên li Dêra Zorê nexistiye
    Îranê deriyên sînor bo Herêma Kurdistanê girtin
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de