18:17 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Ji bo ewlehiya welatiyan em ê gavên pêwist bavînin

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 5610

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya çapemenî de ragihand ku ji bo yekîtiya xaka Iraqê û ewlehiya welatiyan em ê gavên pêwist bavînin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya çapemenî de ji bo encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê got: "Em encamên referandumê nas nakin. Ji bo yekîtiya xaka Iraqê û ewlehiya welatiyan gavên pêwist çi bin em ê bavînin. Em destûrê nadin li Iraqê dewleteke nîjadperest were avakirin."

    Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Iraq li hemberî perçebûnekê ve rû bi rû maye. Li Iraqê avabûna dewleteke nîjadperest qebûl nakin. Siyaseta bi darê zorê nayê qebûlkirin. Ev jî wekî rejima Seddam Huseyin wê têk here."

    Ebadî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Referanduma serxwebûna Kurdistanê wê ewlehiya herêmê têxe xeterê. En referandumê qebûl nakin û encamê wê jî nas nakin. Ji bo yekîtiya welat û ewlehiya welatiyên iraqî gavên pêwist çi bin em ê bavînin."

    Bi heman mijarî:

    Zebarî: Ebadî nehişt ku Serokomar Mehsûm beşdarî civîna NYyê bibe
    Ebadî: Dibe ku geşedanên baş derbarê referandûmê de pêk werin
    Erdogan bi Ebadî re li ser mijara referandûmê axivî
    Ebadî beriya hevdîtina bi Erdogan re, daxwaza valakirina Başîqayê kir
    Ebadî ji Kurdistanê daxwaza şandina heyeteke nû kir
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de