13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    KENY

    Serokomariya Iraqê: Em biryara KENYê pêşwazî dikin

    © REUTERS/ Andrew Kelly
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşwaziyê li daxuyaniya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyê (KENY) dikin.

    Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)
    © Foto: Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    KENYê ragihandibû, "Endamên KENYê rêzê li yekparçebûna xaka Iraqê digirin" û biryar hatibû dayîn, lijneyeke lêkolînê bo tawanên DAIŞê yên li Iraqê were damezirandin.

    Serokomariya Iraqê bi navê Serokomar Fûad Mehsûm eşkere kir, xelkê Iraqê pêşwazî li biryara KENYê ya li ser pêkanîna lijneyeke pispor a lêkolîna bo tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê û komkujiyan di têkoşîna li dijî DAIŞê de dike.

    'DIVÊ JI BO ÇARESERIYA BI DIYALOGÊ HEWL BÊ DAYÎN'

    Di daxuyaniyê de li ser mijara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê gotin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldaneke mezin were dayîn.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, Fuad Mehsûm aniye ziman ku baweriya wî bi hêza xelkê Iraqê heye ku hemû pirsgirêkan çareser bikin û diyar kirine, pêwîst e pabendî Destûra Iraqê bin û diyalogê pêk bînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsyayê li ser astengkirina têkoşîna terorê Amerîka agahdar kir
    MGK: Referandûma ‘Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye, nayê qebûlkirin
    Mcgurk bo referandûma Kurdistanê: Li pişt deriyan hevdîtin didomin
    Li Şingalê teqîn: 3 kesan can da
    'Amerîka di rêya HSDê re Rûsyayê diceribîne'
    Lavrov derbarê Iraqê de daxuyanî da
    Berdevkê YNKê: Navbeynkarî tê kirin ji bo endamên MÎTê bên berdan
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de