13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Berdevkê koalîsyonê: Pêşmerge di operasyonê de wê roleke aktîf bilîze

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Fermandarê hêza koalîsyonê ragihand ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wê di operasyona navçeya Hewîceyê de roleke aktîf bilîze.

    Berdevkê Hêza Koalîsyona Navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku di kontrolkirina navçeya Hewîceyê de wê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê roleke aktîf bilîze.

    Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Bê çawa Hêza Pêşmerge di operasyona Mûsil û Telaferê de roleke girîng lîst wê di rizgarkirina Hewîceyê de jî roleke aktîf bilîze. Ji xwe Pêşmerge nêzî Hewîceyê ye û ev dê jê re bibe firsend. Lewma wê di operasyonê de roleke aktîf bilîze."

    Ji aliyê din ve duhî Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ji bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê pêşniyar li hêzên Pêşmerge kiribû ku bi hev re operasyonê pêk bînin. Fermandarên Pêşmerge piştî civînê wê bersivê bide.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
    Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê
    Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
    Pêşmerge: Em ji bo operasyona Hewîceyê nehatine agahdarkirin
    ‘Pêşmerge amade ye li hemberî her êrîş û gefê Kerkûkê biparêze’
    Etîketan:
    Fermandarê DAIŞê, Berdevkê koalîsyona dijberê DAIŞê, Ryan Dillon, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de