06:02 20 Nîsan 2018
    Nûrî El Malikî

    Malikî: Em destpêşxeriya NYyê red dikin

    © Wikipedia
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûr El Malikî îro ragihand ku pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî û yên Serokkomarê Iraqê Fûad Masûmî yên derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de red dikin.

    Malikî di daxuaniyeke çapemeniyê de behsa alternatîva nûnerê giştî yê NY li Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kir û got, "me li pêşniyara nûnerê giştî yê NY li Iraqê ya têkilîdarî mijara referandûma herêma Kurdistanê nerî" û wiha pê de çû, "hinek beşên pêşniyarê bi awayekî zimnî ne destûrî bûn".

    Cîgirê serokkomarê îraqê axiftina xwe wiha dewam kir: "Em pêşniyara birêz Jan Kubisî û ya serokkomarî red dikin ji ber demekê ji bo serkeftina diyalogê diyar dike ku ev jî wek şert dihesibe û em vî tiştî qet qebûl nakin".

    Herwiha Malikî daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Em referandûma li Kurdistanê û li herêmên nakok red dikin û encamên wê û encamên encaman jî, ji ber ku mijareke bi awayekî eşkere li dijî destûrê ye û divê herêm li gorî biryarên dadgeha federal tevbigere û destûrê yekser rawestîne".

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Herî zêde êrîş ji HSDê tên ser artêşa Sûriyê
    Siûdî ji bo referandûma Kurdistanê alternatîvek pêşnîyar kir
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    Erdogan: Em Hewlêrê vedixwînin ku dev ji hewildana referandûmê berde
    Li Meksîkayê erdhejeke gelekî dijwar çêbû
    ‘Amerîkayê li Sûriyê baregeha Zekîf radestî Rûsyayê kir’
    Goranê ji ber dijatiya referandûmê parlamentarê xwe dûr xist
    Etîketan:
    NY, nûrî el malikî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de