00:51 26 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Dibe ku geşedanên baş derbarê referandûmê de pêk werin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê got, “Em bi timî red dikin. Neku referandûm were paşxistin, divê bi temamî were betalkirin.”

    Goran
    © Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Ebadî li Bexdayê ji rojnamevanan re da xuyakirin ku referandûm li dijî destûra Iraqê ye û bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, "Tu li Herêma Kurdistanê nûnertiya piraniya xelkê nakî ku ji bo her kesî referandûmê dikî. Gelo yên ku ne Kurd in, wê bi ku de herin?"

    Ebadî diyar kir ku bi referandûmê dixwazin welat lawaz bikin û xetayên heyama Sedam dubare dikin û got, ‘Em naxwazin ji ber vê ewlekariya welatên cîran xera bikin."

    Serokwezîrê Iraqê li ser alternatîvên bo referandûmê jî diyar kir ku ti alternatîveke li qada navnetewî tune ye û wiha axivî: "Yekane pêşniyara me betalkirina referandûmê ye û dîyalogeke cidî ye. Ev pêşniyara Iraqê ye, ne kesekî din e."

    Ebadî herwiha bal kişand ser ku îhtimal heye li demjimêrên pêş hin geşedanên baş ji bo referandûmê pêk werin û ti hurgiliyek derbarê de neda.

     

    Bi heman mijarî:

    Goranê ji ber dijatiya referandûmê parlamentarê xwe dûr xist
    Li Meksîkayê erdhejeke gelekî dijwar çêbû
    Erdogan: Em Hewlêrê vedixwînin ku dev ji hewildana referandûmê berde
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    Siûdî ji bo referandûma Kurdistanê alternatîvek pêşnîyar kir
    Rûsya: Herî zêde êrîş ji HSDê tên ser artêşa Sûriyê
    Behrem Salih: Bê dudilî dibêjim, ‘Belê’ bo serxwebûnê
    Şêwirmendê Parlamena Kurdistanê: Piştî referandûmê em konfederasyonê pêşniyar dikin
    Başûr û Rojava dikarin li hember Tirkiyeyê hêzên xwe bikin yek
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de