05:09 26 Gulan 2018
Nuri el Malikî

Malikî: Em ê nehêlin Îsraîla duyem li bakurê Iraqê çêbibe

© AP Photo / Khalid Mohammed
Iraq
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 01

Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî El Malikî ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ne destûrî ye û teqez kir ku dê nehêlin Îsraîleke duyem li bakurê Iraqê çêbibe.

Piştî ku Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî El Malikî bi Balyozê DYAyê li Iraqê  Douglas Sillimanî re civiya, daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: "Divê referandûm bê bipaşdexistin an jî betalkirin ji ber ne destûrî ye. Herwiha ne berjewndiya gelê Iraqê bi giştî de ye û ne jî di berjewndiya gelê kurd bi taybetî de ye jî."

Herwiha Malikî hişyarî da kesên ku dixwazin referandûm pêk were ji ber "xetera wî li ser serwerî û yekîtiya axa Iraqê" û bangî serokê herêma Kurdistanê kir ku "rêzê ji daxwaza gelê Iraqê re bigirin ku li dijî referandûmê ne û herwiha rêzê li helwestên raya giştî ya navdewletî re bigirin ku ew jî bi nerînên gelî û niştimanî re guncav in."

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

‘Îran serxwebûna Kurdistanê ji bo bicihanîna planên xwe asteng dibîne'
Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
Îsraîl: Serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan ê xwezayî ye
Siyasetmedarê Îsraîlî bangewaziya piştgiriya 'serxwebûna Kurdistanê' kir
Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin
Etîketan:
nûrî el malikî, Îsraîl, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de