20:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Serokomarê Iraqê Fûad Masûm

    Fûad Masûm daxuyaniyek ji bo referandûmê da

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 15001

    Serokê Iraqê Fûad Masûm bangî Hewlêr û Bexdayê kir ku bi rêya diyalogê kêşeyên navbera xwe çareser bikin.

    Piştî ku Serokê Iraqê Fûad Masûm bi Sekreterê Giştî yê Rêxsitina Bedrê ya Heşdî Şeibî Hadî Elamirî re civiya, Serokatiya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de teqezî li ser diyalogê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

    Herwiha Masûm bang kir ku her kes her tiştê ji destê wî bike daku yekîtiya niştimanî û pêkvejiyana navbera pêkhateyan werin parastin.

    Li gorî daxuyaniya Masûm û Elamirî behsa geşedanên dawî yên ewlehiyê û yê siyasî kiriye û nexasim li ser referandûma herêma Kurdistanê û têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê kiriye.

    Hêjayî gotinê ye ku Elamirî hişyarî dabû ku referandûma Kurdistanê dibe bibe sedema "şerê navxweyî" û bangî birêveberiya Kurdistanê kiribû ku dest bi diyalogê li gel Bexdayê bike û referandûmê betal bike.

    PARTIYÊN NE KURD HEWL DIDIN MASÛM JI SEROKKOMARIYÊ DÛR BIXIN

    Hêjayî gotinê ye Parlamentoya Iraqê li hemberî Serokomar Fûad Mesûm ji bo di mijara referandumê de bêdeng dimîne dest bi hemleyeke siyasî kiribû daku Fûad Masûm ji erka wî bi dûr bixin.
    Partiyên şîe, ereb û tirkmen ji bo Serokkomar Fûad Mesûm ji wezîfeyê dûr bixin dest bi berhevkirina îmzeyan kiribû.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Iraqê Masûm bertek nîşanê qedexeya Amerîkayê da: Em ecêb man
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
    Masûm: Li Iraqê di destê DAIŞê de çekên kimyewî yên sazkirî tune ye
    Fûad Masûm derbarê têkiliyên bi Rûsyayê û Amerîkayê de axivî
    Masûm û Ebadî: Hemû pirsgirêk bi diyalogê tên çareserkirin
    Etîketan:
    Hadî Elamirî, Fûad MasÛm, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de