11:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm

    Parlamentoya Iraqê: Divê serokomarê kurd were darizandin

    © AP Photo/ Richard Drew
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 7402

    Partiyên dijberî kurdan ê Parlamentoya Iraqê li hemberî Serokomar Fûad Mesûm ji bo di mijara referandumê de bêdeng dimîne dest bi hemleyeke siyasî kirin.

    Partiyên şîe, ereb û tirkmen ji bo Serokomar Fûad Mesûm ji wezîfeyê dûr bixin dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

    Endamê Grûba Dewleta Qanûn a Parlamentoya Iraqê ku serokê wê Nurî Malikî ye Muhammed Sehyud ji bo ku Fûad Mesûm li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê derneketiye rexne kir û got: "Mesûm li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê sond xwariye û divê li hemberî referanduma serxwebûnê bêdeng nemîne."

    Sehyud di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê serokomar li hemberî referandumê helwesteke eşkere nîşan bidana. Lê heta niha di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye. Ji bo vê em wekî parlamenteran ji bo ku dîsa dengê baweriyê bistîne me dest bi berhevkirina îmzeyan kir."

    Herwiha parlamenterê tirkmen Niyazi Mimaroglu jî di axaftineke xwe ya televîzyona iraqî de gelekî tund axivî û got: "Divê Serokomar Fûad Mesûm were darizandin."

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo Îranê sersaxî xwest
    Cîgirê Serokomarê Iraqe: Tirkiye dixwaze bajarên Iraqê kontrol bike, lê ev xeyal e
    Bi hinceta piştgirîya Herêma Kurdistanê doz li serokomarê Iraqê hat vekirin
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin
    Serokomarê Iraqê Masûm bertek nîşanê qedexeya Amerîkayê da: Em ecêb man
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Parlamtoya Iraqê, Serokomarê Iraqê, Fûad Mesûm, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de