15:13 18 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişa xwekujî

    Hejmara kuştiyên êrişa xwekujî diyar bû: 15 jê îranî 74 kuştî û 93 birîndar

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 61 0 0

    Duhî li bakurê Iraqê li hemberî noqteyekê êrişa xwekujî pêk hatibû. Di teqînê de 15 jê îranî herî 74 kes hatin kuştin û zêdetirî 93 kes jî birîndar bûn.

    Duhî li bakurê Iraqê li hemberî noqteyekê êrişa xwekujî pêk hatibû. Di teqînê de 15 jê îranî herî 74 kes hatin kuştin û zêdetirî 93 kes jî birîndar bûn. Berpirsyariya êrişa xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê girte ser xwe.

    Hejmara kuştiyên herdu teqînên bajarê Nasiriye û El Samava eşkere bûn. Li gorî berpirsê saziya tendirustî yê bajarê Dikarê Abdul Huseyin El Cebrî di herdu êrişan de herî kêm 74 kes hatin kuştin û 93 kes jî birîndar bûn. Berpirsên tendirustî û hêzên ewlehî fikar dikin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

    15 JÊ ÎRANÎ NE

    Hat ragihandin ku di nava kesên kuştî de herî kêm 15 kes jê îranî ne. Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên ewlehî hatine wergirtin, êrişkaran cil û unîformayên milîsên şîe li xwe kirine. Malpereke nêzîkî DAIŞê ragihand ku wan êriş pêk aniye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Bexdayê gaveke bi talûke: Amediya jikardurxistina Waliyê Kerkûkê tê kirin
    Sekreterê Komkara Erebî: Bila kurd fersendekê bidin diyaloga li gel Bexdayê
    Li Bexdayê êrişa bombeyî: 11 kuştî û 70 birîndar
    Li Bexdayê êrişa duyemîn: 8 kuştî û 11 birîndar
    Li Bexdayê êrişa terorî: 11 kuştî û 20 birîndar
    Etîketan:
    74 kuştî û 93 birîndar, Hejmara êrişa xwekujî diyar bû, Nasiriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de