05:09 26 Gulan 2018
Ala Kurdistan û Iraqê

‘Hefteya pêşiya me hevdîtinên Bexda û Hewlêrê ji nû ve destpê dikin’

© AFP 2018 / Safin Hamed
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Hevpeymana Şîeyên Iraqê ku berpirsê pêwendiyên bi Kurdistanê re ye, Abdullah Zeydî ragihand ku dê hefteya pêşiya me li ser mijara referandûma serxwebûnê hevdîtinên ligel Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bikin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê Zeydî got, "Biryara ji nû ve destpêkirina gotûbêjan, piştî pêwendiya telefonê ya bi Berdevkê Nivîsgeha Serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê re hatiye standin."

DÊ LI SER GELEK MIJARAN DANÛSTANDIN BÊ KIRIN

Zeydî da xuyakirin ku dê şandeya Herêma Kurdistanê destpêka hefteya pêşiya me biçe Bexdayê û dê li ser gelek mijaran danûstandin bê kirin.

Abdullah Zeydî wiha axivî: "Hêvî dikim ku dê ev yek bibe alîkar ji çareserkirina kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re û betalkirina referandûmê jî tê de, encamên baş derxe holê."

Bi heman mijarî:

Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
YEyê dema mueyîdeyên li ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir
Zebarî: Biryara betalkirina erka Necmedîn Kerîm referandûmê bihêztir dike
Parlamentoya Iraqê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji erkê pesend kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Welatên mezin alternatîvek ji bo referandûmê pêşkêş kir
Soylu: Êrîşa li dijî cenazeyê Tugluk nayê qebûlkirin, kesên desteserkirî hene
Barzanî bi Brett McGurk re hevdîtin pêk anî
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de