06:56 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hilweşandina avahiyekê li Bexdayê

    Paytextê Iraqê Bexda bi topê hawanan hat bombekirin

    © AFP 2017/
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Hat ragihandin ku îro berê sibehê paytextê Iraqê Bexdayê ji aliyê kesên nenas ve hat topbarankirin.

    Li gorî nûçeyên ajansên iraqî, îro berê sibehê taxa Kerade ya Bexdayê bi topên hawanê ji aliyê kesên nenas ve hat topbarankirin û zirareke mezin gihîştiye herêmê.

    Li gorî agahiyan ku ji herêmê hatine wergirtin, di topbaranê de kuştin û birîndar tunene lê ziyanekî mezin gihîştiye avahiyên li taxê. Nayê zanîn bê ew topbaran ji aliyê kîjan hêz an jî grûbê ve hatiye kirin.

    Herwiha duhî jî li taxa Zeytûna Bexdayê wesayîteke bombebarkirî teqiyabû û di encamê de 5 kes bibûn qurban.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Bila serokomar û parlamenterên kurd ji Bexdayê werin derkirin
    Iraq ji IMFê 16 milyar dolaran deyn dike
    ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’
    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'
    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Piştî 27 salan cara yekem Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor vedikin
    Etîketan:
    Bexda bi topê hawanan hat bombekirin, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de