22:13 24 Îlon 2017
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 4610

    Siyasetmedarê Şîe yê Iraqê Muhammed el-Beyatî ragihand ku yekîneyên Pêşmergeyan hêza xwe ya li Kerkûkê û dorûbera wê zêde dikin.

    Beyatî ku yek ji rêberê rêxistina Bedir a milîşeyên şîe yên girêdayî hêzên Iraqî ye, da xuyakirin ku karwanên Pêşmerge yên ji Hewlêrê bi rê ketine, ber bi herêmên Kerkûkê yên bajarokên Daqûq, Selahedîn û Tuzxurmatiyê ve diçin.

    'DIXWAZIN BI HÊZA PÊŞMERGE REFERANDÛMÊ LI EREB Û TIRKMENAN FERZ BIKIN'

    Li gor nûçeya televizoyna Samariyeyê El-Beyatî wiha axivî: "Hêzên navborî ne ji bo referandûmê, ji bo bi çek, tank û wesayîtên zirxî fişarê li ser ereb û tirkmenan bikin û referandûmê li wan ferz bikin hatine şandin."

    Hêjayî bîrxistinê ye encûmena parêzgeha Kerkûkê biryar dabû ku beşdarî referandûma 25ê Îlonê bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemir di derbarê referandûmê de axivî: Referandûm ne li dijî gelan e
    Yekgirtû: Em dê beşdarî aktîvkirina parlementoyê bibin
    ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike
    PDK: Qedera biryara parlementoya Iraqê dê wek biryara li dijî alaya li Kerkûkê be
    Li Moskowê îxbara bombeyan
    Barzanî: Ji yên şer dixwazin re vaye meydan!
    Brett McGurk ligel Tevgerana Goranê kom bû
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de