05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    Balafir

    Balafiran şaneke milîtanan bombebaran kir: Fermandarek jî di nav de 4 kuştî

    © REUTERS/ Hamad I Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî li navçeya Hewîce ya Kerkûkê şaneyeke milîtanên DAIŞê bombebaran kirin.

    Li gorî nûçeyên medyaya iraqî, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî li navçeya Hewîce ya Kerkûkê şaneyeke milîtanên DAIŞê bombebaran kirin. Di bombebaranê de fermandarê bi navê Ebû Omer Iraqî jî di nav de 4 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyan, piştî êrişa hewayî ya balafirên koalîsyona navneteweyî gelek milîtanên terorîst ê DAIŞê çeperên xwe berdan û ji nav bajêr reviyan.

    Hêjayî gotinê ye artêşa Iraq û koalîsyona navneteweyî amadehiya operasyona Hewîceyê dike û balafiran hefteya borî ji bo operasyonê belavok li ser navçeyê belav kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Welatiyeka gumanbara DAIŞê li gel 400 welatiyên jin ên Tirkiyeyê dixwazin vegerin
    Terlikov: Termînator li Sûriyê şerê DAIŞê kir
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Berpirsê ewlehî yê DAIŞê di êrişê de hat kuştin
    Fermandarê têkoşîna DAIŞê hat guhertin
    Etîketan:
    Operasyona hewaayî, DAIŞ, Ebû Omer Iraqî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de