02:56 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî ji Kurdistanê daxwaza şandina heyeteke nû kir

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Herêma Kurdistanê daxwaza şandina heyeteke nû bo Bexdayê kir.

    Ebadî di civîna heftane ya rojnamevanî de ku li Bexdayê hat sazkirin, sazdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê wekî gefeke li dijî yekbûna erda Iraqê nirxand û got, neyasayî ye û ew dê vê biryarê red bikin.

    ‘BANG LI KURDAN DIKIM KU REFERANDÛMÊ RED BIKIN'

    Ebadî bang li hemwelatiyên Kurd kir û wiha peyivî: "Dê referandûm zirarê bide destkeftiyên Kurdan. Ez bangewaziyê li hemwelatiyên Kurdên Iraqê dikim ku referandûmê red bikin."

    Ebadî ji bo çareserkirina kêşeyan rêbaza dîyalogê nîşan da.

    Parlamentoya Iraqê di rûniştina 12ê Îlonê de, biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê ku tê çaverêkirin li 25ê Îlonê were pêkanîn, red kiribû. Parlamentarên Kurd jî rûniştina parlamentoyê boykot kiribûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Sêrtê daxuyanî da: 135 kes têne tedawîkirin, 3 kes hatin binçavkirin
    TSKê li ser lêdana sivîlan bi SÎHAyan daxuyanî da
    Facebook ji bo hevalên nêzîk profîleke nû çêdike
    Amerîka endîşeyê xwe yên derbarê S-400î de ji Tirkiyeyê re ragihand
    Mela Bextiyar: Goran razî bûye vegere parlamenê
    Barzanî û Cîgirê Serokkomarê Iraqê li ser referandûmê axivîn
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de