06:51 20 Mijdar 2017
Zindî
    Kampa Hemam Elî

    Welatiyeka gumanbara DAIŞê li gel 400 welatiyên jin ên Tirkiyeyê dixwazin vegerin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    400 jinên ku welatiyên Tirkiyeyê ne ku bi hevserên xwe re endamên DAIŞê ne û di çarçoveya operasyona Tileferê de xwe radestî Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kiriye, dixwazin biçin Tirkiyeyê. Welatiya Tirkiyeyê ya hevsera DAIŞıyekî û gumanbara DAIŞê li kampê ji Spûtnîkê re axivî û got, "400 jinên welatiyên Tirkiyeyê dixwazin vegerin Tirkiyeyê.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestxistin, endamên DAIŞê yên di çarçoveya operasyona Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ya Tileferê de asê mabûn li gel malbatên xwe çûne û xwe radestî Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan kiriye.

    Rayedarekî Artêşa Iraqê bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku bi sedan DAIŞiyan li Tilefer û derdora wê xwe spartiye wan û hêzên Pêşmerge û wiha pê de çû: "Her ku rê li ber DAIŞê teng dibe, xwe radestî me dikin. Bi malbatên xwe re xwe radest dikin. Nêzîkî 600 milîtanî xwe radest kiriye.Pêşmergeyan ew kesên xwe radestî wan kiriye, radestî me kirin. Em wiha difikirin ku jinên xwe radest kirine, jinên milîtanên DAIŞê ne. Piraniya jinan ji Tirkiye, Ewropa, Çeçenistan, Misir, Tûnis û dewletên din hatine Tileferê û li vê derê bi dilê xwe bi milîtanên DAIŞê re zewicîne. Em gumanbarên DAIŞê yên jin li kampa Hemam Eliyê digirin. Milîtanên DAIŞê yên zilam li Bexdayê lêpirsîn bi wan re tê kirin. Jin ji ber guman heye endamên DAIŞê bin tên girtin. Em Pêwendiya wan bi rêxistinê re vedikolin. Eger ên bêtawan hebin, em dê wan berdin. Piraniya jinan ji Tirkiyeyê ne. Me rewşa wan bi dewleta Tirkiyeyê re parve kirin. Me agahiyên wan hemûyan gihandin Tirkiyeyê. Me agahiyên 250 kesên ji Tirkiyeyê bo wan ragihandin."

    Kubra Hacıoğlu
    © Sputnik/
    Kubra Hacıoğlu

    "ME XWE RADESTÎ PÊŞMERGEYAN KIR"

    Welatiya Tirkiyeyê ya ji Samsunê Kubra Hacioglu ya 34 salî ku ji ber guman heye endama DAIŞê be li kampa Hemam Eliyê tê girtin, bi Spûtnîkê re axivî.

    Haciogluya ku hevserê wê  di nav DAIŞê de şer dikir, li wir hatibû kuştin û zarokeka wê jê heye, wiha dibêje: Hêza DAIŞê li Tileferê şkestibû lewra wan nedikarî di ber xwe de bidin. Berî cejna qurbanê bi piranî jin û zarok, em 600 kes ji Tileferê reviyan. Zilamên birîndar jî di nav me de hebûn. Em du hefteyan reviyan. Gava em direviyan, me ji xwe re digot, yan mirin yan jî rev. Heta gava em dirviyan jî, helîkopteran gule li me reşandin. Li Tileferê gelek caran ez ji mirinê filitîm. Em reviyan û me xwe radestî hêzên Pêşmerge kir. Em nizanin zilam birine kû. Dibêjin, zilam radestî Artêşa Iraqê kirine. Ev 14 roj in em li kampa Hemam Eliyê ya Neteweyên Yekbûyî ne. Gava em ji wan dipirsin bê çima me radestî Tirkiyeyê nakin, dibêjin, 'peymanên heyî têrê nakin loma em radest nakin. Vekolînên me dewam dikin.' Em nizanin ka me bi çi tawanbar dikin. Temenê jinên li Vê derê di navbera 20 û 30 salan de ye.

    "EZ BANGÎ SEROKKOMARÊ TIRKIYEYÊ DIKIM"

    Ji aliyê din ve, welatiya Tirkiyeyê îdîa kir ku sizaya girtinê li ser hevserê wê hebû lewra reviya Sûriyeyê û venegeriya ku ji wê derê jî çû Iraqê  û got ku piraniya jinên li vê derê evîndar dibin û tên yan jî li ser  banga wan tên û wiha pê de çû: Me 12 mehan şer diît. Mala me 3 caran hat bombebarankirin. Derûniya me têk çû. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Di vê mijarê de em alîkariyê ji serokkomarî dixwazin. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê û ji aliyê derûnî ve werin dermankirin. Em wek kesên tirk dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Li vê derê wek ku em milîtanên DAIŞê bin li me dinerin. Lê Rûs û çînî naxwazin vegerin".

    Herwiha Haciogluyê bal kişand ser hindê ku 400 welatiyên Tirkiyeyê li kampa Hemam Eliyê girtî ne û ji bilî welatiyên Tirkiyeyê yên Pakistan, Turkistan, Rûsya û Ozbekistanê jî hene.

    "DIVÊ TIRKIYE TIŞTEKÎ BIKE"

    Xizman gumanbera DAIŞê ya ji Tileferê reviyaye, Esra Kayayê ragihand ku wan serî li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û Birêveberiya Ewlekariyê daye daku xizma wan vegerînin û wiha pê de çû: "Birayê min ê mezin Muhsin berî du salan bi behaneya ku milîtanê DAIŞê ye li Iraqê ji aliyê pêşmergeyan ve hat kuştin. Birayê min li gel hevsera xwe berî 4 salan çûbû Iraqê. Ew û hevsera xwe li Tileferê diman. Berî cejna qurbanê çûn û xwe spart hêzên Pêşmerge. Jinbira min û kurê wê yê çar salî niha li kampa Hemam Elî ya nêzîkî Mûsilê girtî ne. Em bi wan re diaxivin, dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Ji bo bikarin vegerin, divê Tirkiyeyê kirarên fermî bîne cih. Divê ji wan daxwaz bike. Jinbira min li gel 400 welatiyên Tirkiyeyê hene, dixwazin vegerin welatê xwe. Jinbira me û 400 kesên din dibêjin ku poşman bûne ji ber çûne Iraqê"

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê 30 kes ji gaza kîmyewî jehrî bûn: Gund hat valakirin
    Erdogan: Ji bo moşekên S-400î me îmze avêt û em bi biryar in
    Li Hewlêrê ji bo serxwebûnê ahengeke mezin tê lidarxistin
    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
    Zirarê du rojan gihîşte 290 milyar dolarî
    Etîketan:
    pêşmerge, DAIŞ, Kubra Hacioglu, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de