07:10 23 Çile 2018
Zindî
    Balafirên şer ên Tirkiyê / êrîşa asmanî

    Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir

    © AP Photo/ U.S. Air Force via AP
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer yên hevpeymanan, navçeya Hewîce ya Kerkûkê bombebaran kir. Li gor ragihandina odeya ragihandinê ya Iraqê, bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

    Odeya Ragihandina Şer ya Iraqê ragihand, balafirên Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê 8ê Îlonê navçeya Hewîceyê bombebaran kiriye û di encamê de bi dehan milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Li gorî daxuyaniyê, bombebaran êvarê hatiye encamdan û çend embarên çek û teqemeniyên rêxistina DAIŞê li navenda navçeya Hewîceyê bûne armanca êrişên balafirên hevpeymanan û hatine wêrankirin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, ev êrîş berîya operasyona kontrolkirina navçeya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê hat kirin.

    Hewîce 55 kîlometran ji navenda bajarê Kerkûkê dûr e û nifûsa Hewîceyê derdora 400 hezar kesî bû, lê belê niha kêmtir ji 200 hezar kes li wê navçeyê dijî. Nêzîkî %98ê rûniştvanên Hewîceyê jî Erebên Sunnî ne û rêjeyeke kêm Kurd û Tirkmen jî tê de dijîn.

    Ji 12ê Hezîrana sala 2014ê ve rêxistina DAIŞê navçeya Hewîceyê kontrol kiriye. Berî ku DAIŞê wê navçeyê kontrol bike, xelkê wê gelek bi tundî li dijî hikûmeta şîe ya Iraqê bûn.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
    Wê balafir êdî şipiya jî rêwîyan siwar bikin
    PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
    Îtiraz li tehlîyekirina Ayhan Bîlgen hat kirin
    Barzanî: Ji sala 1962yan ve armanca min serxwebûna gelê min e
    Ji Tirkiyê berteka biryara girtina wezîrê berê: Skandaleke mezin e!
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de