15:51 19 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Ebadî: Referandûma Kurdistanê welêt ber bi tûnela tarî ve dibe

© REUTERS / Azad Lashkari
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ragihand ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya di 25ê Îlonê de, dê welêt bixe nav tûnelek tarî.

Ebadî civîna çapameniyê li Bexdayê li dar xist û diyar kir ku, "Referandûma yekalî welêt ber bi tûnelek tarî ve dibe. Pêkanîna referandûmê beyî encamên berbiçev tê wateya xapandina gel."

Ebadî di axaftina xwe de behsa operasyona kontrolkirina bajarê Hewîceyê ku girêdayê Kerkûkê ye jî kir û got: "Ez ji niha ve mizgîniya operasyonê k udi demeke nêz de dest pê bike, didim kesên ku li rojavayê Hewîce û Enbarê dijîn."

Serokwezîrê Iraqê di derbarê hêzên ku beşdarî operasyona Hewîceyê bibin de eşkere kir ku hêzên artêşa û Pêşmerge di nav xwe de koordînasyonê pêk bînin.

Bi heman mijarî:

Li ber avahiya NYyê xwepêşandana referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
Komîsyona referandûma Kurdistanê heta 4ê Îlonê mohlet da
Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne
Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
Etîketan:
tûnel, referandûm, Heyder el Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de