23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Irak-saldırı

    Li Bexdayê êrişa xwekujî: 7 mirî 8 jî birîndar

    © AFP 2017/ Mahmud Saleh
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Samarrayê ya Iraqê di santrala elektrîkê de êrişa xwekujiyê pêk hat. Hate ragihandin ku di êrişê de 7 kes mirine.

    Rayedarên iraqî diyar kirin ku li bajarê Samarrayê ku 125 kîlometro dûrê Bexdayê paytexta Iraqê ye, îro danê sibê 3 xwekujan di santrala elektrîkê de xwe teqandine û di encamê de jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Hate eşkerekirin di êrişê de 8 hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.

    Fermandar Yahya Resûl destnîşan kir ku 2 êrişkar di şiklê xebatkaran de, yek jî di şiklê hêzên ewlekariyê ketine santrale.

    Heta niha li ser teqînê berpirsyariya xwe neragihandiye.

    Bi heman mijarî:

    Di nimêja cejnê de li hemberî leşkeran êrişa xwekujî: 7 kuştî û 11 birîndar
    ASA: Leşkerên Amerîkayê di kêliyên dawî de ji êrişa me xilas bûn
    Li hemberî wesayîta leşkerî êrişa xwekujî: 13 kuştî û 19 birîndar
    Li dijî qereqolên sînor êrişa çekdarî: 25 kuştî
    Etîketan:
    xwekuj, êriş, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de