17:28 18 Kanûn 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Balyozê Îranê di derbarê biryara Kerkûkê û referandûmê de axivî

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî ragihand ku kurd ji dîrokê ve dostê nêzîk ên Îranê ne. Herwiha Mescîdî di derbarê biryara Kerkûkê de axivî û got: "Dê xelk bi xwe biryara xwe bide."

    Îrec Mescîdî piştî nimêja Cejna Qurbanê bersiv da pirsên rojnamegeran û li ser mijara Kerkûkê û herwiha helwesta Îranê axivî û wiha pê de çû: "Xelkê vî welatî dê bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin. Xelkê Kerkûkê, Besra, Hewlêr û Mûsilê tev de birayê me yê ezîz in. Em ferqê naxin navbera wan. Ya eşkere ew e, ku Komara Îslamî ya Îranê li gel yasa, yekgirtin û yekrêziya Iraqê ye. Li ser vê yekê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi rêkeftin werin kirin em piştgirî didin."

    Mescîdî kurd weke baştirîn dostê Îranê binav kirin û wiha pê de çû:

    "Di dirêjahiya dîrokê de jî kurdên Iraqê baştirîn dostê Komara Îslamî ya Îranê ne. Em silavê dişînin hemû kurdan re û cejna wan pîroz dikin. Daxwaza tendrustî û serkeftinê ji wan re dikin."

    Di derbarê daxwaza kurdan a serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Balyozê Îranê got: "înşallah serkeftî dibin."

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne
    Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye
    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Îrec Mescîdî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de