20:52 12 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Iraq: Bila serokomar û parlamenterên kurd ji Bexdayê werin derkirin

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê bere û serkirdeyê Rêxistina Bedir Mihemed Mehdî Beyatî ku tirkmenekî şîe ye daxwaz ji Ebadî kir ku hem serokomar û hem jî parlamenterên kurd ji Bexdayê werin derkirin û dest deynin ser malên wan.

    Wezîrê berê û serkirdeyê Rêxistina Bedir a şîeyan Mihemed Mehdî Beyatî daxwaza derxistina Serokomar Fuad Mehsûm û wezîrên kurd ên di kabîneya hikûmeta Iraqê de û destdanîna ser milk û malên kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê dike. Berpirsekî PDKê jî daxwaz ji Fuad Mehsûm dike ku bêdengiyê bişkîne û helwest nîşan bide. Her ew cor hizirkirin bû ku gelê Kurdistanê gihande wê baweriyê ku pêwîst e referandumê bo dewleta serbixwe rabigihîne.

    Mihemed Mehdî Beyatî dibêje: "Pêwîst e weke wan serederî li gel Kurdên derveyî Herêma Kurdistanê were kirin, lê belê ne bi şer, çimku di 50 salên bihorî de hikûmeta navendî şer kiriye û ti encamek nebûye."

    Mehdî Beyatî ku di destpêka kabîneya Heyder Ebadî de, Wezîrê Mafên Mirovan bû, lê paşê di encama reformên nava hikûmetê de, wezareta wî nema, tekez dike: "Divê Serokomar Bexdayê terk bike, çimku ti wateyek nemaye ku Serokomar kurd be. Herwiha dive wezîrên kurd jî Bexdayê biterikînin, û li Bexdayê û parêzgehên din dest bi ser hemû milkên kurdan de were girtin."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê hewl dide Waliyê Kerkûkê Kerîm ji wezîfeyê dûr bixe
    Fermandarê amerîkî hejmara DAIŞiyên li Iraqê eşkere kir
    Artêşa Iraqê: Bajarê Telaferê bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Artêşa Iraqê: 16 tax hatin rizgarkirin, kêm cih di destê DAIŞê de mane
    Li Iraqê di du gorên komî de termên 500 zindaniyan hatin dîtin
    Etîketan:
    Serokomar û parlamenterên kurd, Serkirdeyê Rêxistina Bedir, Mihemed Mehdî Beyatî, Fûad Mehsûm, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de