09:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Iraq-Telafer

    ‘Sedî 35ê bajêr ji DAIŞê hat rizgarkirin û şer dijwartir bû'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Pêşveçûna Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di operasyona kontrolkirina Telafarê ji DAIŞê dewam dike. Fermandarê Heşdî Şebî Elî Ebû Tahîr ji Sputnikê re axivî û ragihand ku sedî 35ê Telefarê rizgar kirine û di şerên dijawar de DAIŞê windahiyên mezin dane.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatin bidestxistin, pêşveçûna Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî dewam dike. Hêzên Iraqê bi piştgiriya balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike hin herêm ji DAIŞê rizgar kirine.

    ‘DAIŞ WINDAHIYÊN MEZIN DIDE'

    Fermandarê Heşdî Şebî Elî Ebû Tahîr ku beşdarî operasyona Telaferê bûye ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku derdora Telaferê ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirine û got: "Operasyona Teleferê beriya 6 rojan dest pê kir. 30 hezar leşker û polîsên Iraqê û 30 hezar şervanên Heşdî Şebî beşdarî operasyonê bûne. Bi tevahî 60 hezar hêzên leşkerî yên Iraqê beşdarin. Me gelek tax û herêman ji DAIŞê rizgar kir. Heta niha sedî 35ê bajêr ji DAIŞê hatiye rizgarkirin. Mûntazar, Herêma Heyakilê, Taxa Baglarê, Kerkerî, Tilehe, Nîda, Kasiye, Kelha Telaferê û Herêma Rabiayê di bin kontrola DAIŞê de ne. Em dixwazin wan deran jî kontrol bikin. Şerên dijwar diqewimin. DAIŞ windahiyên mezin dide."

    Tahîr eşkere kir ku DAIŞ li bajêr sivîlan ji xwe re dike mertala zindî û wiha pê de çû: DAIŞ li hin cihan sivîlan ji xwe re dike mertalên zindî. Hêzên me û Artêşa Iraqê sivîlan rizgar dikin. Heta niha me gelek sivîl rizgar kirine. Em sivîlan derbasî herêmên biewle dikin. Hêj jî li Telaferê gelek sivîl mane."

    Bi heman mijarî:

    ‘Daxuyaniyên Heşdî Şebî puç in, ti hêz nikare referandumê asteng bike'
    Pêşveçûna hêzên Heşdî Şebî ber bi Telaferê ve
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    Etîketan:
    operasyon, DAIŞ, Sputnik, Elî Ebû Tahîr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de