09:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil

    Li Telaferê şer û pevçûn kete nava bajêr: Taxeke din hat rizgarkirin

    © REUTERS/ Andres Martinez
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî daxuyaniya berpirsên leşkerî yên Iraqê şer û pevçûn kete nava bajarê Telaferê. Taxa Cezîre û Mezargeha Îmam Xidir Îlyas hatin rizgarkirin.

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Li gorî daxuyaniya Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Telaferê General Ebdulemîr Reşîd Yarullah taxa Cezîreyê ya li başûrê bajêr û Mezargehê Îmam Xidir Îlyas ji aliyê hêzên Iraqê hatin rizgarkirin

    General Ebdulemîr Reşîd Yarullah di axaftina xwe de got: "Taxa Cezîreyê ya li başûrê bajêr û Mezargehê Îmam Xidir Îlyas ji aliyê hêzên Iraqê hatin rizgarkirin û alaya Iraqê li ser xanî û avahiyên wê taxê hatiye bilindkirin."

    Li gorî daxuyaniya Ebdulemîr Reşîd Yarullah, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî çeperên DAIŞê bombebaran dikin û Artêşa Iraqê, Hêza Dijteror, Polîsê Federal û Heşdî Şebî jî operasyonê birêve dibin.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    DAIŞ, Operasyona Rizgarkirina Telaferê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de