09:50 24 Îlon 2017
Zindî
    Bexda

    Grûbên çekdar dest danîn ser bi hezaran xanî û milkên xrîstiyanan

    © AFP 2017/ Ahmad Al-Rubye
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 5601

    Hat ragihandin ku grûbên çekdar ên ereb li Bexdayê dest danîn ser 300 xanî û milkên hemwelatiyên xrîstiyanên iraqî ku bajêr terikandine.

    Piştî destpêkirina alozî û ne aramiya nava Iraqê hejmareke hemwelatiyên xrîstiyan ên Bexdayê mal û milkên xwe bicîh hiştin û derketin derveyê welat. Grûbên çekdar bi rêya belgenameyên sexte, dest datînin ser van mal û milkan. Hinek ji wan, bi navê xwedanên mal û milkan belgeyan amade dikin, ku qaşo ew mal û milk hatiye firotin. Hinek ji wan jî xwediyên mal û milk weke deyndarê xwe nîşan didin û bi rêya dadgehê mal û milkên wan desteser dikin.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, parlamenterê xrîstiyan ê Parlamentoya Iraqê Yonadîn Kenna got: "Ji ber nebûna aramî, ewlekarî û seqamgiriyê, saziyên yasayî jî lawaz bûne. Ji ber vê grûbên mafya û milisti zêde bûye. Ew grûb ji bo dest deyne ser xanî, erd û milkê hemwelatiyan tapoyên sexte çêdikin."

    Di heyama 4 salên derbasbûyî de endamên komên çekdar û mafyayan, li taxên Kerade, Nîzal, Bexdaya Nû, Xedîr, Belediyat, Zeyûne, Mensûr û Kerade Yermîn û navçeya Pîşesazî a Bexdayê, dest danîne ser 300 xanî û milkên hewmelatiyên xrîstiyan. Ev tax dikevine naverastê paytext ku nirxê milk û xaniyan bilind e. Tê gotin, ku li bajarên din ên Iraqê, hejmara mal û milkên hatine desteserkirin, ji hezarî derbas dibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me
    Bexda li dijî Kurdistanê biryar derxist: Petrola Kerkûkê bidin sekinandin
    Wezareta Tendirûstiyê a Herêma Kurdistanê derbarê birîna dermanan, Bexda agahdar kir
    Balyozê YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
    Etîketan:
    Grûbên çekdar dest danîn ser xanî û milkê xrîstiyanan, Yonadîn Kenna, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de