05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Penaber - Koçber - Iraq - Mûsil

    Tilafer: Di nav 10 rojan de, 13 hezar kes koçber bûn

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Tilafer ê Iraqê re, di nav 10 rojan de zêditirî 13 hezar kes neçar bûn koçî deverên din bikin.

    Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Nureddîn Kaplan ragihand, ji bo niha tevgereke koçberiyê nîne, lê piraniya wan ji herêmên operasyonê di nav 10 rojan de bêtirî 13 hezar kesan ji Tilaferê koç kiriye.

    'DAIŞ LI TILAFERÊ BERXWE NADE'

    Kaplan diyar kir ku ti zehmetiyek bo penaxwazên Tilaferê nayê nîşandan û got, "Tilafer yek ji kelaya rêveberiya DAIŞê ye. Derbarê terorîstên biyanî de, ti agahiyeke piştrastbûyî tune ye."

    Wî herwiha destnîşan kir ku di nav 4 rojên destpêkirina operasyonê de, heta niha ti berxwedaneke DAIŞê çênebûye.

    Hêzên Iraqî operasona rizgarkirina Tilaferê ji destê DAIŞê 20ê Tebaxê dabûn destpêkirin.

    Tilafer 63 kîlometran li rojavayê Mûsilê dikeve û piraniya niştecihên wê Tirkmen in. Ji 16ê Hezîrana 2014an ve Tilafer di destê DAIŞê de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Li Kurdistanê erdhejeke bihêz: Li 12 navendan bandor kir
    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî
    ‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'
    Tirkiye: Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em amade ne bi Iraqê re kar bikin
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de