09:07 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Haşdî Şabî

    8 gund hatin kontrolkirin û 59 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Hat ragihandin ku di roja 3yemîn a operasyona bajarê Telaferê de 8 gund hatin kontrolkirin û 59 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin kuştin.

    Ofîsa Ragihandina Şerî ya Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê raguhand ku hêzên dijteror li başûrê rojavayê Telaferê ve ketine nava taxa Kîfahê û li gorî agahiyan artêşa Iraqê bi pêş ve diçe. Ji aliyê rojhilatê navçeyê ve jî hêzên Firqeya 9 a artêşa Iraqê û lîwayên 2, 11 û 26 ên Heşdî Şebî jî çûne navenda bajêr.

    Herwiha hêzên Firqeya 15 a artêşa Iraqê jî gundên Xan Xirtûm, Micarîn û Tîniye ya başûrê bajarokê Mihelebiyê û Firqeya 16 jî gundên Tiştiye, Tilsemîn, Çarêya Keskê û parzûngeha Keskê kontrol kirine. Ji aliyê din ve Polîsên Federalî li gel Heşdî Şebî gundê Trimb û bilindahiyênd derdora gundê Kaîne ya bakurê rojavayê Telaferê xistine bin destê xwe.

    Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebî ji 3 eniyên şer, başûr, rojhilat û bakûr ve xetên parastina DAIŞê hatine têkbirin û di şer de 59 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Waliyê Telaferê yê DAIŞê hat kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Telaferê, DAIŞ, Heşdî Şebî, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de