20:02 22 Îlon 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    ‘Tirkiye û Amerîka li dijî beşdarbûna me di operasyona Teleferê de derketin’

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina Telaferê ji DAIŞê bi rêxistina Heşdî Şebî re operasyon dabû destpêkirin. Yek ji Fermandarê Heşdî Şebî Elî Ebû Tahîr ji Sputnikê re ragihand ku 2 kîlometro mane bikevin navenda bajêr û dibe her kêliyê bikevin bajêr.

    Hikmet Durgun

    Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di operasyona kontrolkirina bajarê Telaferê ji DAIŞê bi pêş diçin. Artêşa Iraqê bi piştgiriya balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî kontrola gundên Moola Casîm, Muxarîp, El Zehra, Mecarîn, Abra Azîz û Mûhsîn el Îbadî ku dikevin rojavayê Telaferê bi dest xistin. Hêzên Polîsên Federal a Iraqê jî li rêya di navbera Telaferê û bajaroka Mahlaviyayê derbeyek li DAIŞê xistin.

    ‘TIRKIYE Û AMERÎKA LI DIJÎ BEŞDARBÛNA HEŞDÎ ŞEBÎ DERKETIN'

    Fermandarê Heşdî Şebî Elî Ebû Tahîr ji Sputnikê re axivî û got: "Operasyona kontrolkirina Telaferê beriya 3 rojan dest pê kir. Nêzî 40 hezar leşkerên îraqî û hêzên Heşdî Şebî beşdarin. 7 tuxayên girêdayî Heşdî Şebî beşdarî operasyonê bûne. Tirkiye û Amerîka li dijî beşdarbûna Hêzên Heşdî Şebî bo operasyonê derketin, lê bi ser neketin. Dê hêzên Heşdî Şebî têkevin Telaferê jî. 2 kîlometro mane ku em biketin navenda Telaferê. Niha şerên dijwar rû didin û gelek windahiyên DAIŞê hene. Me hin milîtanên DAIŞê bi saxî zeftkir. Nêzî 1400 û 1500 milîtanên DAIŞê li bajêr hene. Hinek ji wan milîtanên biyanî ne. Balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike piştgiriya operasyonê dikin. Ev cara ewil e dibe. Heta meheke em ê Telaferê ji DAIŞê rizgar bikin.

    Bi heman mijarî:

    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe
    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Etîketan:
    DAIŞ, operasyon, Sputnik, Elî Ebû Tahîr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de