23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sînorê Kilîsê hêzên artêşa tirk

    50 milîtan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin desteserkirin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Hat ragihandin ku di nava hefteyekê de nêzîkî 50 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê Rebîe yê navbera Iraq û Sûriyeyê ji aliyê hêzên Kurdistanê ve hatin desteserkirin.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê ku dispêre çavkaniyekî Şingalê ragihand ku beşek ji terorîstên DAIŞê bi komên biçûk, dixwestin xwe bigihînin sînorên Tirkiye û Sûriyê. Heta niha nêzîkî 50 kes hatin desteserkirin. Beşek ji wan terorîstan bi rêya xelkê ku ji Tileferê aware bûne, xwe gihandine sînorên Pêşmerge.

    Çavkaniyê ku li Şingalê berpirsekî ewlehiyê ye û naxwaze navê wî were aşkerekirin got: "Piraniya wan erebên Iraqê û tirkmenên Tileferê bûn. Lê ji wan 3 kes jî ewropî bûn. Yek ji wan brîtanî bû û du kes jî almanî bûn. Wan dixwest xwe bigihînin Sûriyê û ji wir jî ber bi Ewropayê ve herin. Bi taybetî jî milîtanên biyanî dixwestin vegerin welatê xwe."

    Duhî Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Heyder Ebadî operasyona rizgarkirina Tileferê dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îro sibehê li sînor her 3 artêşan li hemberî rêxistinê dest bi operasyonê kir
    Li nêzî deriyê sînor êrişa xwekujî: 1 kuştî û 4 birîndar
    El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
    Piştî 27 salan cara yekem Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor vedikin
    Li sînor 435 penaberên biyanî hatin girtin
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de