17:44 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Iraq - Penaber

    UNAMI: Li bajêr av û xwarin nema û 30 hezar kesî malên xwe terikandin

    © AP Photo/ Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Piştî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê artêşa Iraqê ve hat destpêkirin, 30 hezar kesî malên xwe terikandin.

    Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) piştî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê artêşa Iraqê ve hat destpêkirin, zêdetirî 30 hezar kesî malên xwe terikandin û berê xwe didin herêmên bi ewle.

    Kordînatora UNAMI Lise Grande di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Bi hezaran însanên ku malên xwe diterikînin digel hewayî germ û şertên giran dora 10-20 seetan dimeşin."

    Lise Grande di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha dora 30 hezar însanî ji herêmê reviyaye. Li herêma şer derheqê aqubeta sivîlan de ti agahiyên me tunene. UNAMI ji bo rojên pêş ku sivîlan ji herêmên bi xeter tehliye bike amadehiyan dike."

    Grande di dirêjiya daxuyaniya xw de hişyarî da û ragihand ku ji bo li bajêr stokên xwarin û avê qediyane û dibê mirina sivîlan zêdetir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI), Lise Grande, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de