21:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    Parlamentara Êzidî ji bo êzidiyên li Tilaferê di destê DAIŞê dene bangewazî kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Parlamentera Iraqê ya Kurd a êzîdî Viyan Dexîl piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Tilafer ê Iraqê daxwaz ji fermandarên artêşa Iraqê kir, Kurdên êzidî yên li Tilaferê di destê DAIŞê de ne rizgar bikin û nehêlin car din werin revandin.

    Viyan Dexîl li ser operasyona rizgarkirina Tilaferê ku îro 20ê Tebaxê hatiye destpêkirin bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, divê haya fermandarên operasyona Tilaferê ji wan êzidiyên ku hatine revandin û niha di destê DAIŞê de ne hebe.

    Dexîl daxwaza azadkirina wan Kurdên êzidî kir û got, tirsa wê heye milîtanên DAIŞê nav û nasnameya revandiyên êzîdî guherti bin, loma jî daxwaza me ji hêzên Iraqî ew e ku bi tundî çavdêrî bikin û wan êzîdiyan rizgar bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li St. Petersburgê otomobîlê li sivîlan xist: 1 mirî, 4 birîndar
    Sunnîyên Iraqê: Em ti carî li dijî daxwazên Kurdan dernakevin
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin
    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de