23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ragihand, operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê ji destê DAIŞê dest pê kiriye.

    Ebadî eşkere kir ku Heşda Şebî jî beşdarî operasyonê dibe û got: "Artêşa Iraqê, Hêzên Dije Terorê, Polîsên Federalî û Heşda Şebî bi piştgiriya hêzên esmanî yên Iraqê, tîmên pizîşkî û endazyariyê tevlî operasyonê dibin."

    'YAN TESLÎM BIBIN YAN JÎ BIMIRIN!'

    Ebadî di televizyona dewletê de bangewazî kir û got: "Dê bajarê Tilaferê were azadkirin û dê ew jî bibe yek ji wan bajarên hatiye azadkirin. Peyameke min bo DAIŞê heye: Ti bijardeyeke we ya din nîne. Yan xwe radest bikin, yan jî bimirin!"

    ​Bajarê Tilafer ku dikeve bakurê rojavayê Nînowa û Mûsilê ji Hezîrana 2014ana ve di destê DAIŞê de ye.

    Li gor plana leşkerî ya hêzên Iraqî dê gundên derdora Tileferê pêşî werin kontrolkirin, piştre jî hêzên Iraqê dê derbasî navenda navçeyê bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Şoygu xelat da generalê sûriyeyî ku gundê El Hadar ji destê DAIŞê rizgar kir
    Serokê Encûmenê David Edick: Pêwistiya Amerîka bi welatekî wekî Kurdistanê heye
    Kurdên Rûsyayê dest bi çalekiyên piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin
    Konferansên referanduma serxwebûnê hatin qedexekirin
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de