08:39 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan - peyamnêr - medya

    Li Bexdayê ji bo Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê hat sazkirin

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Rêxistina Medyakarên Jin ên Iraqê, li ser navê Rojnamevan Şîfa Gerdî ku li dema şopandina şerê dijî DAIŞê, li Mûsilê di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dabû merasîmeke dayîna xelatan saz kir.

    Rêxistina Medyakarên Iraqê li Bexdayê ji bo bîranana rojnamevana kurd Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê saz kir.

    Di merasîmê de Şehîd Şîfa Gerdî weke "sembola rojnamevanên jin" hate nasandin û ji rojnamevanên zîrek re xelat hate dayîn.

    Li gor nûçeya Rûdawê Seroka Rêxistina Medyakarên Jin ên Iraqê Nebras Mîmarî li ser rojnamevana Kurd got, "Hevkara me Şehîd Şîfa Gerdî canê xwe feda kir û navê xwe li dîrokê nivîsand. Em weke medyakarên Iraqê, bi wê şanaz in."

    Nebras Mîmarî boçûna xwe ya bo rojnamevana Kurd wiha anî ziman: "Medyakareke serkevtî û zîrek Şîfa Gerdî ji bo jinên Iraqê, mînakeke giring bû. Ji bo ku em rêzgirtina xwe ya bo wê, nîşan bidin, me vê merasîmê saz kir û ji bo piştgiriya medyakarên jin ên serkevtî, xelat pêşkêş kirin."

    Rojnamevan Elî Rûbeyî jî diyar kir: "Di şer de performanseke gelek baş hate nîşan dan. Li seranserê Iraqê, medyaya ku pêvajoya şer, bi awayekî herî baş anî ekranan, Rûdaw bû. Çimku bi nîşandana şer, dawiya DAIŞê jî hat."

    Di merasîmê de rojnamevanên iraqî eşkere kirin ku Hikûmeta Bexdayê pêwîstiya girîng nade azadiya çapemeniyê. Herwiha medyakarên Iraqê, bang li civaka navdewletî kirin, ku serdana Iraqê bikin û dosyeyên binpêkirina mafên azadiya çapemeniyê ji nêz ve bişopînin.

    Hêjayî bîrxistinê ye li Iraqê ji 2003an heta 2017an, 400 rojnamevanan li dema bicihanîna erka xwe jiyana xwe ji dest dan û ji wan 400 kesan 36 rojnamevan jin in.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    Dalay Lama: Ez xeyal dikim ku navenda NATOyê bo Moskowê veguhesînim
    Merkel: Em bi Tirkiyeyê re di rewşa niha de nikarin peymanê bidomînin
    Televîzyona tirk nehişt ku hemwelatiyek bi kurdî biaxive
    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da
    Malikî: Em di çerçoveya dertûrê de referandûmê qebûl dikin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de