00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Suudi Arabistan ve Irak arasındaki Arar sınır kapısı

    Piştî 27 salan cara yekem Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor vedikin

    © AFP 2017/ FAYEZ NURELDINE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Iraq û Erebistana Siûdî li ser vekirina deriye sînorê Ararê ji nû ve, ku 27 sal berê ji ber dagirkirina Kuweytê ji aliyê Sedam Huseyin ve hatibû girtin, li hev kirin.

    Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor Ararê ku ji sala 1990an vir ve girtiye, bi armanca bazirganiyê ji nû ve vedikin.

    Deriyê sînor ya Iraqê piştî rawestandina têkliyên dîplomasî di navbera her du welatan de ji ber dagirkirina Kuweytê ji serokê berê yê Iraqê Sedam Huseyin ve hatibû girtin.

    Li gorî ragihandina rojnameya Mekkeyê ku li Erebistana Siûdî weşanê dike, rayedarên iraqî û siûdî roja duşemê serdana herêmê kirine û li wir bi heciyan re hevdîtin pêk anîne.

    Salê tenê carek ji bo derbasbûna heciyên iraqî destûr dihat dayîn ku ji deriye sînor derbas bibin.

    Biryara vekirina deriye sînor ji nû ve, piştî qebûlkirina avakirina komisyona bazirganiyê ya hevpar bi Iraqê re ji aliyê Kabîneya Erebistana Siûdî ve, hat.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson piştî serdana xwe yê Qeterê çû Erebistana Siûdî
    PYD: Em bi Erebistana Siûdî û welatên Kendavê re neciviyan
    Erebistana Siûdî: Destûr neda leşkerên Tirkiyeyê
    Li Erebistana Siûdî 'baca gunehan' ket meriyetê
    Etîketan:
    sînor, derî, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de