17:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    'Beşdarbûna Amerîkayê dibe beşdarbûna PKKê jî zêdetir bike'

    © AP Photo/
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 231 0 0

    Parlamenterê Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rêveberê Cepheya Tirkmenan li Iraqê Aydin Marûf ji Sputnikê re axivî û ragihand ku operasyona Telaferê di demeke nêz de, dest pê dike û dê leşkerên amerîkî jî beşdarî operasyonê bibin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatin wergirtin leşkerên Amerîkayê ji bo beşdarî operasyona Telaferê bibin ku di demeke nez de destpêbike, li nêzî bajarê Telaferê ya li rojavayê Mûsilê hatine bicihkirin.

    Serpêl Abdullatîf Xalîd el Halîdî jî destnîşan kir ku yekîneya topavêj û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li baregeha Leşkerî ya Kahrezê hene.

    ‘BEŞDARBÛNA AMERÎKAYÊ DIBE RÊ BEŞDARBÛNA PKKê ZÊDETIR BIKE'

    Di derbarê mijarê de Parlamenterê Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rêveberê Cepheya Tirkmenan li Iraqê Aydin Marûf ji Sputinikê re axivî û got: "Amerîka di çerçoveya operasyona kontrolkirina Teleferê ji DAIŞê de, li çoltera Telefarê baregehek ava dike. Dê leşkerên amerîkî jî beşdarî operasyonê bibin. Amerîka bi Artêşa Iraqê re beşdar dibe. Beşdarbûna Amerîkayê di operasyonê de, dibe hêzên Heşdî Şebî hindiktir beşdar bibe, lê ev yeke, dibe beşdarbûna PKKê jî zêdetir bike."

    ‘400 HEZAR TELAFERÎ JI BER DAIŞê NIKARIN VEGERIN MALÊN XWE'

    Ji aliyê din ve Marûf destnîşan kir ku operasyona Telaferê di demek nêz de dê destpêbike û wiha pê de çû: "Bajarê Telaferê ji destpêka operasyona Mûsilê ve hatiye dorpêçkirin. Em dixwazin di demeke kin de operasyonê bidin destpêkirin. 400 hezar tirkmenên telaferî ji ber DAIŞê nikarin vegerin malen xwe. Divê Neteweyên Yekbûyî, saziyên alîkariyê û mafên mirovan xebat ji bo Telaferê bimeşînin."

    Bajarê Telaferê ku 60 kîlometro dikeve rojavayê Mûsilê di sala 2014an de ketibû bin kontrola DAIŞê.

    Bi heman mijarî:

    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe
    Waliyê Telaferê yê DAIŞê hat kuştin
    8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Parlamenterê tirkmen: DAIŞê li Telaferê jin û zarok jî di nav de 200 tirkmen qetil kir
    Etîketan:
    operasyon, DAIŞ, PKK, Sputnik, Aydin Marûf, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de