08:14 19 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘5 fermandar hatin îdamkirin'

    © AFP 2017
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Ene ya bi ser bajarê Rûmadiyê 5 fermandarên xwe bi sedema ku di şer û pevçûnan de şistî kirine îdam kirin.

    Fermandarê Heşdî Eşair El-Bexdadî ya li Enbarê Qeterî El-Ubêd di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Ene ya ku 210 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Rûmadî ya Îraqê bi tohmeta ku di wezîfeya xwe de şistî kirin 5 fermandar îdam kirin.

    Qeterî El-Ubêd di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê 5 fermandarên xwe bi tohmeta ku di şer û pevçûnên li hemberî artêşa Iraqê şistî kirine û ev şistbûn bûye sedema kuştina gelek milîtanên rêxistinê ew îdam kirine.

    Rêxistina terorîst heta niha gelek caran milîtan, fermandar û emîrên xwe bi sedema ku di şer û pevçûnan de zexelî kirine îdam kirine.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Parastin a Rûsyayê dîmenên operasyona li dijî DAIŞê parve kir
    Di navbera YPG DAIŞê de şerê dijwar: Yek jê fermandar 35 kuştî
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kir
    Artêşa Sûriyeyê kontrola kelha DAIŞê ya li Hûmsê bi dest xist
    Muslim: Eger Tirkiye êrişê Efrînê bike dê wek DAIŞê têk biçe
    Etîketan:
    DAIŞê 5 fermandarên xwe îdam kirin, Rûmadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de