09:40 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    ‘Hêza taybet a Amerîkayê jî tevlî operasyonê dibe'

    © AP Photo/ Czarek Sokolowski
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 114 0 0

    Hat îdîakirin ku hêza taybet a Amerîkayê jî bi artêşa Iraqê re dê tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bibe.

    Albayekî di artêşa Iraqê de Abdullatîf Xalid el Xalidî di daxuyaniya xwe de got: "Hêzeke yekîneyên topvan û leşkerên pispor ê Amerîkayê li baregeha leşkerî ya Kahrezê li rojhilatê Telaferê dimînin. Di operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê de dibe ew jî tevlî bibin."

    Abdullatîf Xalid el Xalidî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ku tevlî operasyona bajarê Telaferê bibin gihîştin noqteyên sînor ên herêma rêxistina terorîst a DAIŞê. Ev hêz ji bo destpêkirina operasyonê niha li benda fermanê ne."

    Li gorî daxuyaniya el Xalidî, tîmên tekoşîna dijteror ku di binê baskê Wezareta Parastin a Iraqê de cih digrin jî dê tevlî operasyonê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Amerîkayê di êrişa ezmanî de li leşkerên afxanî xist
    YPGê û leşkerên Amerîkayê operasyona daxistina ji hewan ve li dijî DAIŞê pêk anîn
    'Gefên li dijî leşkerên Amerîkayê, piştî terikandina axa Sûriyeyê ji holê radibe'
    Caferî: Kiryara Amerîkayê li dijî leşkerên me, êrîşkarî ye
    Amerîkayê leşkerên xwe li Bulgaristanê bi cih kir û bi 10an tank di rê de ne
    Pisporê rûsî: ‘Çima DAIŞ hindik êrişê leşkerên Amerîkayê dike'
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Telaferê, Leşkerên Amerîkayê jî tevlî operasyonê dibin, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de