11:43 18 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    ‘Amerîka ji bo rê li ber Îranê bigire baregeha leşkerî ya herî mezin ava dike'

    © Foto: AA/ Yunus Keleş
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 13221

    Rojnameya El-Şerq El-Ewset ragihand ku Artêşa Amerîkayê mezintirîn baregeha leşkerî li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de ava dike û armanca baregehê jî rêgirtina li pêş her planeke Îranê ya li herêmê ye.

    Beriya niha jî medyayên navdewletî eşkere kiribûn ku armanca Tehran ew e ku rêyeke zemînî ji Tehranê bo Bexda, Şam û Beyrûtê veke, niha li her du aliyên sînorê Iraq û Sûriyeyê, milîtanên çekdar bicih kirine.

    Berdevkê Hozên Erebên Parêzgeha Neynewayê Şêx Mizahim Hiwêt ji wê rojnameya diyar kir ku, "Hêzên Amerîka çend hefte ne dest bi avakirina baregeha leşkerî ya mezin li nêzîkî gundê Kehrîz ê ser bi navçeya Zumar li rojavayê çemê Dîcleyê kiriye. Piştre 4 baregehên din yên leşkerî li parêzgeha Neynewayê ava dike.

    ‘ARMANCA AMERÎKAYÊ BIRÎNA DESTÊ ÎRANÊ YE'

    Li gor zanyariyên wê rojnameyê, armanca Amerîkayê, birîna destê Îranê û ragirtina wan milîsên ku li wê navçê bicih bûne ye. Artêşa Amerîkayê dixwaze navçeyên rojavayê Şingalê û ta Qaim bixe bin çavdêrî û kontrola xwe. Bi vê jî dikare rêgiriyê li dirustbûna wê riya zemînî bike, ya ku Îranê plan bo wê daneye.

    Rojnameya "El-Şerq El-Ewset" behsa wê jî dike, Amerîka çend baregehên leşkerî yên mezin li Geyara, Beac û Mexmûr ava dike. Wek ew rojname diyar dike, ku kompanyayên Amerîkî bi fermî dest bi avakirina baregega leşkerî li rojava çemê Dîcleyê kirine.

    ÎRAN DIXWAZE TEVGERA XWE LI HERÊMÊ ZÊDE BIKE

    Rojnameyê amaje bi wî jî dike, ji demekê ve hêzên Îranê tevgerê li sînorê Iraq û Sûriyê dikin û di hewlê de ne ku kontrola tevahiya navçê bikin, çand car in jî Fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Suleymanî bi nehênî serdana wê navçê kiriye û ligel çekdarên li wê navçê ne civiya ye.

    Bi heman mijarî:

    Îdîaya ku ‘NATO li Iraqê baregeha leşkerî ava dike'
    'Peymana baregeha leşkerî, di navbera Êrîvan û Moskowê de ye'
    Îmarata Erebî baregeha leşkerî li Somalîlandê ava dike
    Fermandarê HSDê: Balafirên hevpeymanê wê baregeha leşkerî ya Tebqayê bi kar bînin
    Zarif: Baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Îranê tuneye
    Etîketan:
    leşkerî, baregeh, Rojnameya "El-Şerq El-Ewset", Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de