18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Heşda Şeibî perwerdehiya şerî dide zarokên tirkmenan

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Heşda Şeibî 180 zarok û ciwanên gundê Beşîr a Kerkûkê perwerdehiya şer dide wan. Zarok û ciwan ev 3 meh in li ser bikaranîna çek, taktîkên şer û êrîşkirinê tên perwerdekirin.

    Fermandarên Heşda Şeibî ev 3 meh in perwerde û rahênana leşkerî didin zarokên gundê Beşîr.

    Merci'ên olî yên şîeyan û nîştecihên vê herêmê, piştgirî didin çekdarkirina zarokan. Zarokên beşdarî vê xula perwerdeyê bûne tev de tirkmenên şîe ne û temên wan di navbera 10 heta 18 salî de ne.

    Nûnerê merci'a şîeyan li gundê Beşîr Seyîd Qember Mûsewî di vê derbarê de diyar kir ku, "Ev ciwan fêrê hunera şer dibin û em çek didin wan da ku bikarin parastina xwe û navçeya xwe bikin. Dema DAIŞê êrîşî Beşîr kir, ziyaneke mezin da gund. Ji ber ku ti kesan nedizanî çek bikarbîne."

    Li ser vê mijarê, Civata Parêzgeha Kerkûkê komîsyoneke lêkolînê ava kiriye. Civata Parêzgeha Kerkûkê dide zanîn, ku ti yasayak rê nade karek wiha were kirin û dixwaze li ser vê yekê Neteweyên Yekgirtî û çalakvanên mafên mirovan û mafên zarokan agahdar bike.

    Serokê Komîsyona Mafê Mirovan li Civata Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen jî got: "Em ê Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ewlekariyê agahdar bikin, ku pêşiya karên wiha bigrin. Divê li ser vê mijarê guvaşê bixin ser hikûmet, wezareta navxwe û wezareta berevanî ya Iraqê da ku li hember vê yekê bê deng nemînin. Ji ber ku bi ti awayî nabe zarokên ji 18 salî biçûktir bixin nava şer, bikin çekdar û mafên wan binpê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê di derbarê xistina Heşdî Şebî de daxuyanî da
    Balafirên Amerîkayê milîsên Heşdî Şebî bombe kirin: 40 kuştî û 80 birîndar
    Serokê Heşdî Şebî: Niha ne dema referandumê ye
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Kurdên şebek ji ber gefên rêxistina Heşdî Şebî newêrin vegerin malên xwe
    Etîketan:
    perwerde, şer, zarok, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de