14:49 23 Tebax 2017
Zindî
    ala Iraqê

    Bexdayê bersiv da Barzanî: Pêşeroja Iraqê ne di destê aliyekî de ye

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku paşeroj û çarenivîsa Iraqê ne di destê aliyekî yan jî bereyekê de ye, ku bikare biryara dawiyê bide.

    Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Seid Hedîsî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, wan daxwaza diyaloga cidî û zelal kirine. Hadîsî got, ku ji bo wê yekê jî divê pişta xwe bi destûrê ve girêbidin, ku bi awayekî yekparçeyîya axa Iraqê were parastin û derfet ji bo lihevkirina niştimanî hebe.

    Hedîsî da xuyakirin ku paşeroj û çarenivîsa Iraqê ne di destê bereyekê yan aliyekî de ye, tevahiya iraqiyan biryarê li ser çarenivîsa Iraqê didin.

    Mesûd Barzanî - Keya Îzol
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    ''IRAQ DEWLETEKE FEDERAL E'

    Hadîsî got: "Madeya yekem ya destûrê Iraqê jî bi zelalî ev yek eşkere kiriye ku Iraq dewleteke federalî ye û destûr garantiya parastina yekparçeyîya axa wê ye."

    Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandibû ku ew têbîniyên hin welatan ên derbarê referandûmê de dizanin, lewma ji bo encamdana referandûmê pêwîstiya wan bi destûr û îzna ti kesî tuneye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Etîketan:
    bersiv, pêşeroj, Serokwezîrtiya Iraqê, Seid Hedîsî, Mesûd Barzanî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de