11:09 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşê bi temamî bajêr dorpêç kir

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê general Yehya Resûl di axaftina xwe de ragihand ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî bajarê Telaferê dorpêç kiriye.

    Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê general Yehya Resûl di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Hemû rêyên çûn û hatinê yên bajarê Telaferê hatin girtin. Em dixwazin pêşî taxa Muhallebi û Îyadiyeyê ji destê DAIŞê rizgar bikin. Piştî rizgarkirina bajarê Telaferê li herêma Nînovayê rêxistina terorîst a DAIŞê namîne."

    Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di rojên dawî de balafirên şer ên artêşa Iraqê û koalîsyona navneteweyî li bajarê Telaferê hedefên diyar ên DAIŞê bombebaran dikin. Li gorî texmînên me dora hezar milîtanê DAIŞê li Telaferê heye. Em ê di qadeke ku dirêjahiya 60 kîlometro û firehiya wê jî 40 kîlometro ye şerê DAIŞê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir
    Artêşa Iraqê serkeftina xwe li Mûsilê ragihand
    Ebadî artêşa Iraqê ji ber ‘serkeftina mezin’ pîroz kir
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    Etîketan:
    Operqasyona kontrolkirina Telaferê, DAIŞ, Heşdî Şebî, Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê, Yehya Resûl, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de