21:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Muqteda Sedr

    Sedr: Hikûmeta Malikî kir ku kurd daxwaza serxwebûnê bikin

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Serokê Tevgera Sedr Muqteda El Sedr Nurî Malikî rexne kir û ragihand ku kurd ji ber siyaseta şaş a hikûmeta Malikî daxwaza cihê bûn serxwebûnê kirin.

    Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedir ku di heman demê de yek ji mezinên şîeyên Iraqê ye di hevpeyvîna xwe ya rojnameya erebî ya Şerq El Ewsetê de mijara daxwaza serxwebûna kurdan nirxand û got: "Xwezî kurdan referandum bi paş xistibûna. Em dixwazin bi kurdan re bijîn."

    Muqteda Sedr di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Siyaseta hikûmeta berê ya Nûrî Malikî bû sebeb ku kurd biryara referandumê bidin û hizra serxwebûnê bikin." Sedr di dirêjiya gotina xwe de dibêje: "Nabe tu artêş li Iraqê hebin ji ber wê jî divê Heşdî Şebî bi temamî tevlî artêşê bibe û bikeve bin fermana hikûmetê."

    Bi heman mijarî:

    Muqteda Sedr ji alîgirên xwe xwest ku dawî li çalakiyên xwe bînin
    Muqteda Sedr: ‘Divê kurd jî tev li rêveberiya Iraqê bibin'
    Muqteda Sedr Heşda Şebî hişyar kir
    Sedr: Ez rica ji Barzanî dikim ku referandûmê paşve bixe
    Tevgera Sedr du proje pêşkêşî Barzanî kirin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Tevgera Sedr, Nurî Malikî, Muqteda Sedr, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de