06:58 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Teqîn

    Du teqînên cuda paytext hejandin: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo/ Eman Helal
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Hat ragihandin ku li paytextê Iraqê li Bexdayê li 2 herêmên cuda teqîn pêk hatin, li gorî daneyên destpêkê di herdu teqînan de kesek mir û 7 kesên din jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya malpera Sumeriye Newsê, li herêma polîsên ewlehiyê li ser rêya çaremin a rojavayê Bexdayê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.

    Teqîna duyemîn jî li nêzîkî bazara giştî ya li herêma Ebû Dişer ku dikeve başûrê Bexdayê pêk hat. Li gorî çabkaniyên herêmî di wê teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

    Piştî teqînê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr û hêzên ewlehî jî lêkolîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexda û Rûmadiyê teqîn: 10 kuştî û 27 birîndar
    BEXDA - Li paytextê 2 teqîn: 13 kuştî û birîndar!
    BEXDA - 15 DAIŞî hat kuştin!
    Barzanî rê neda peykerê Mele Mistefa li Bexda bê danîn
    Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike
    Etîketan:
    1 kuştî û 7 birîndar, Li Bexdayê teqîn, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de