11:32 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsê Iraqê

    Fermandarê amerîkî: Derxistina 2 hezar milîtan ji bajêr wê zahmet be

    © REUTERS/ Danish Siddiqui
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Berdevkê koalîsyona navneteweyî yê li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Albay Ryan Dillon ragihand ku derxistina 2 hezar milîtan ji bajarê Telaferê wê zahmet be.

    Berdevkê koalîsyona navneteweyî yê li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Albay Ryan Dillon bi vîdyo konferansê bi Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) re derheqê operasyonên Iraq û Sûriyeyê xeberda. Dillon di axaftina xwe de got: "Zêdetirî 2 hezar milîtanên rêxistina terorîst ê DAIŞê li bajarê Telaferê hene û derxistina 2 van milîtanan ji bajar wê zahmet be."

    Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî texmînên koalîsyona navneteweyî zêdetirî 2 milîtanên terorîst li bajarê Telaferê dimînin. Telafer keleha dawî ya DAIŞê ye û li gorî pêşbîniyên me DAIŞê wê bi hêsanî ji bajêr dernekeve."

    Dillon di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rêxistina terorîst piştî windakirina herêma Mûsilê niha jî bajarê Reqqayê winda dike û ji hêla fînansî ve jî ketiye tengasiyeke mezin û piraniya kanayên xwe yên dahatî winda kirin."

    Bi heman mijarî:

    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Li Mûsilê 2 grubên Heşda Şebî bi hev ketin
    ‘Di operasyona Mûsilê de zêdetirî 40 hezar sivîlan can da'
    Wesayîtên Mad Maxê yên DAIŞê li Mûsilê hatin pêşandin
    Fermandarê Iraqî: Li Mûsilê 10 hezar DAIŞî hatin kuştin
    Rojavayê Mûsilê li ber rojnamevanan hat girtin
    Etîketan:
    Fermandarê amerîkî yê li dijî DAIŞê, Ryan Dillon, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de