00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Amerîka li sînorê Kurdistanê baregeheke nû ya leşkerî ava kir

    © AFP 2017/ JACK GUEZ
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 25710

    Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî nû ava dike.

    Li gorî nûçeya AAyê ku dispêre berpirsekî artêşa Iraqê bi navê mûqedem Mehdî Xefacî ragehand ku, li gorî peymana leşkerî ya navbera Washîngton û Bexdayê, Amerîka li navçeya Zûmara ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ava dike.

    Mehdî Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Biryare ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bike. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pisporên wê bi wesayîtan giheştine cihê navendê û li wir niştecîbûne. Tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 kesî karê bingehê bi dawî kirine."

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya hêvî dike Amerîka rê ji çalakiyên xeterî yên Koreya Bakur re veneke’
    ‘Rûsya û Amerîka kurdan piştguh nakin'
    Koreya Bakur: Em amadehiya êrişa baregeha Amerîka ya li Guamê dikin
    Muslim: Dibe Amerîka piştî operasyona Reqayê bi Tirkiyeyê re li hev bike
    Amerîka: Em ji tehdîdan natirsin û narevin
    Etîketan:
    Amerîkayê baregeheke leşkerî vekir, Mehdî Xefacî, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de