07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala DAIŞê

    ‘Pere ji ser Entab û Hewlêrê ji DAIŞê re hatin şandin’

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 99 0 0

    Rayedarekî ku çûnûhatina pereyên DAIŞê li Mûsilê dişopîne, diyar kir ku şandina pereyan bo rêxistinê, di pêvajoyeke gelekî zehmet de pêk tê.

    Rayedarê ku ji ber hincetên ewlekariyê nexwest navê xwe bide, ji Spûtnîkê re ragihand, terorîst bi şirketên neyasayî û bi sê rêyên cuda ji ser bajarê Dilokê û Hewlêrê alîkariya aborî distînin.

    Wî rayedarî desnîşan kir, rêyên transfera pereyan bi awayekî rêkûpêkî kar dikin û rojane bi ji ser van rêyan 3 milyon dolar pere tê transferkirin.

    Herwiha wî rayedarî bal kişand ser ku mîqdara pereyên têne transferkirin ji dawîya sala 2016an û destpêka 2017an ve bi awayekî diyar kêm bûye û hatiye asta 80-100 hezar dolaran.

    Rayedarê Iraqî da zanîn ku di dema operasyona Mûsilê de jî transfera pereyan bo milîtanan berdewam kiriye û ew pere jî ji bo pêdiviyên rêxistinê û mûçeyên milîtanan dihat xerckirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Êrişkarê Parisê hat zeftkirin
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Parlamenterê almanî bo serdana Tirkiyeyê pêbawerî xwest
    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e
    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    Tillerson: Trump bi zimanê ku Kim Jong-un jê fêm dike diaxive
    Etîketan:
    TIrkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de