17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê nûçeyên di derbarê xistina Tuxaya Seyyîd el Şûhada ku yek ji hêza Heşdî Şebiye li sînorê Sûriye-Iraqê ji aliyê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, derewand.

    Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ji ser facebookê daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê êrişa li dijî Heşdî Şebî ya li rojavayê wîlayeta Enbarê red dike. Bûyerên li gorî ragihandina çapameniyê li derveyê axa Iraqê pêk hatiye û Heşdî Şebî û ti hêzên girêdayî Artêşa Iraqê zerarê nedîtine."

    Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon xistina hêzên Heşdî Şebî ya li sînorê Iraq-Sûriyeyê red kiribû.

    Di êrişê de 36 kes hatibûn kuştin.

    DAIŞê li ser bûyerê berpirsyariya xwe ji ser medyaya civakî ragihandibû. Rêxistinê îdia kiribû ku wesayîtên bizirx, çek û cebilxane bi dest xistine.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Serokê Heşdî Şebî: Niha ne dema referandumê ye
    150 çekdarên kurd ên êzidî ji Heşdî Şebî veqetiyan
    Etîketan:
    operasyon, êriş, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de